15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ji bo miletê Kurd xwedî giringiyekî mezin a çandî, dîrokî û siyasî ye. Di 15ê Gulana 1932an de dema ku rewşenbîrê Kurd Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî li Şamê dest bi weşandina ‘Kovara Hawarê’ kirin, jiyana edebî û akademîk a zimanê kurdî dest pê kir. Ev roj ji bo Kurdan weke rojeke giring kete dîrokê. Di sala 2006an de ji wekî 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî hat îlankirin.
Di 15ê Gulanê de hebûna zimanê Kurdî, berxwedan û giringiya wî ya ji bo nasnameya Kurdî tê bibîranîn. Cejna Zimanê Kurdî ya 15ê Gulanê wekî roja cejn û bîranînê. Îro ne tenê cejna zimanekî te pîroz kirin. Ew cejn, di heman demê de dengê hebûn, bîr û paşeroja miletê Kurd jî bi xwe re aniye. Ji ber vê yekê her roja 15ê Gulanê, zindîbûna zimanê Kurdî, li dijî polîtîkayên asîmîlasyon, qedexe û înkarê yên ku di dîrokê de hatiye meşandin, bi coş û dirûşmeyên têkoşînê tê pîrozkirin.
Pîrozbahiyên li Tirkiyeyê bi gelemperî di çarçoveya daxwazên “Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, ji bo Kurdî statuya fermî” tên lidarxistin. Daxwazên derbarê Kurdî de li qadan, li kolanan, li meclîsê tên bilindkirin. Îsal 15ê Gulanê ku di hewaya pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiyeyê didome de hat pîrozkirin, hêviyên têkildarî van daxwazan jî zêde bûn. Rewşenbîr û nivîskarên Kurd diyar kirin ku mafên ziman ji bo aştiyê şertek giring e.
Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan ku ev demeke dirêj e li ser statû û pêşketina Kurdî dixebite, ji İlke TV’yêre behsa hêviyên xwe yên ji bo ziman di pêvajoya nû de kir;
‘Ziman yek ji hêmanên bingehîn ên netewebûnê ye’
Fîdan wiha got, “Ziman yek ji hêmanên bingehîn ên netewebûnê ye. Beriya her tiştî divê em xwedî li ser zimanê xwe derkevin. Ji ber ku ziman xwebûn û hebûn e. Ji ber vê yekê dixwazin di nav xwe de yekdengiyek, yekîtiyek xurt ji bo xwedî derketina ziman pêk bînin. Hewce ye ku daxwazên me bi awayekî giştî û berfireh bên ziman. Divê em vê daxwaza hevpar, li gorî siyaseta Kurdan bi awayekî saziyane û sivîl bînin ziman. Ji bo vê yekê derkevin. Daxwaz tenê têrê nake, ji bo vê jî divê têkoşîneke hevpar werê meşandin.”
Fîdan tekezî kit ku divê Kurd hemû daxwazên xwe bi dengekî bilind û bi hêztir bînin ser ziman û li ser têkildarî pêvajoya nû ji got, “Eger asayîbûn, lihevkirin û aştî pêk were, divê aşitiyeke bi rûmet be.” Di berdewamiya axaftina xwe de wî wiha got, “Bi vê aşitiyê re divê gelê Kurd bigihêje mafên xwe. Bi aşitiya ku dê pêk were, êş û neheqiya ku gelê Kurd bi sedsalan dikişîne were çareserkirin. Ji ber vê yekê em daxwaza aşitiyeke bi rûmet dikin. Aşitiyeke ku gelê Kurd wekî bingeha vî welatî, bi hemû mafên xwe yên mirovî, bi hemû mafên xwe yên zimanî û jîyanî jiyana xwe bidomînin.”
‘Kurdi ne zimanê kêmaran e, divê li vî welatî wek zimanê fermî bê qebûlkirin’
Ji aliyê din Fîdan hêviyên xwe yên ji bo reforman di makezagona Tirkiyeyê de ji anî ziman û got, “Eger em di warê ziman de mînakekê bidin, UNESCO tiştekî pêşniyaz dike û dibêje li hemû cîhanê perwerdehiyeke sêzimanî ji bo zarokan hewce ye. Yek ji wan zimanê fermî yê dewletê ye, yêk ji zimanê gelê herêmî ye û yek jî zimanê navneteweyî ye. Li gorî min Kurdî dikevi di sê xalan de. Divê yêk ev ziman bibe zimanê fermî ê vî welatî. Ne ku tenê wek zimanêkî biyanî, wek zimanekî kêmaran perwerdehiya Kurdî bên dayîn. Divê Kurdî wek zimanekî fermiyeke vî welatî bê qebûlkirin. Her wiha cihê ku li Kurd hene divê her awayî perwerdehiya zimanê dayikê bêkirin.
‘Divê rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên Kurd di derbarê Kurdî de biryarê bidin’
Fîdan, derbarê helwesta dewletê ya li hemberî polîtîkaya ziman a di pêvajoya aştiyê de parantez vekir û ev tişt anî ziman: “Ya giring ew e ku ji bo zimanê Kurdî rêyên zagonî bên vekirin û ev pêvajo bi rêya kurdan bê meşandin. Divê dewlet nebêje; ‘Baş e, em qebûl dikin ku zimanê kurdî heye. Lê li bendê bin, em ji we re Kurdiyeke çê bikin, ji bo rêxistinên Kurdî, li saziyên kurdan, em ji we re rêzdar bin’ Divê rewşenbîr û nivîskar û siyasetmedarên Kurd biryarên xwe li ser Kurdî bidin.
Nivîskarê Kurd Feratê Dengizî: Gel bi zimanê xwe tê naskirin
Nivîskara Kurd Ferate Dengizî jî hêviyên xwe yên têkildarî pêvajoya ku berdewam dike de wiha got: “Eger ev pêvajo bi dawî bibe, beriya her tiştî divê ev gel werê naskirin” Paşê derbarê naskirina gel de got ku, “Gel bi ax û zimanê xwe bêguman tê naskirin” û naskirina ziman wekî şertê aşitiyê anî der. “Ji bo vê, divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê yan jî Kurdî bê naskirin û tevger û pêşketina zimanê kurdî li pêş be. Tenê bi vî awayî dê civak bi vê pêvajoyê bawer bike û piştgiriyê bide.”
‘Netewekê xwe li ser tinebûna netewekê avakir’
Dengizî li ser zehmetiyên ku Kurdan di dîrokê de jiyane jî wiha got: “Divê mirov ji xwe bipirse û mirov çi ye?’ Mirov bi zimanê xwe, bi gelê xwe, bi axa xwe û bi çanda xwe heye. Em nikarin xwe bi çandeke biyanî re bin. Divê em di pêvajoya aşitî û demokrasiyê de li ser vê yekê bifikirin. “Dibe ku bi awayekî ku li cîhanê mînakek din tune be, netewekê xwe li ser tinebûna netewekê avakir’
Di berdewamiya axaftina xwe de jî Dengizî wiha pê da çû: “Em nêzî hezar û 500 sal berê ketine bin bandora çanda Ereban. Eger em bihesibînin ku zimanê me ji serdema Împaratoriya Osmanî û bi taybetî di sedsala dawî de hatiye qedexekirin, ev 600-700 sal in ku hebûna me di bin bandora Tirkiyeyê de winda dibe. Eger em bi rastî aşitî û demokrasiyê dixwazin, hewcê ye Kurd bi xwe çanda xwe biparêzin û hebûna xwe biparêzin.”
‘Bi naskirina kêmaran û zimanan dewlet xira nabin’
Dengizî helwesta dîrokî ya li hemberî Kurdan ji Împaratoriya Osmanî heta ragihandina Komarê û şûnde nirxand û got, di Tirkiyeya îroyîn de û di hawîrdora ku aşitî tê nîqaşkirin de, divê hin bendan derbas bibin;
“Ji xwe binesaziya li ser xeletiyek mezin hatiye avakirin. Dewlet bi naskirina kêmaran, baweriyên cuda û zimanên cuda xira nabin. Ev jî ya rastî nebêbaweriya wan e. Ev nebêbawerî ji bo kêmnetewan jî bûye pirsgirêk. Divê ev bawerî ji holê bê rakirin. Ji ber ku cîhan diguhere, demokrasî hatin avakirin û gelan çima bi hev re 30 sal berê dest bi naskirinê kirin. Çima Tirkiye bi naskirina Kurdan, Elewiyan û baweriyên cuda xira dibe. Ev ne raste. Danûstandin an jî aşitî naskirina tiştên hevpar e. Du tişt li vir giring e; divê ew bawêr bin ku bi naskirina Kurdan û Kurdî dewlet xera naber. Em ji vê bawer bikin ku bi naskirina xwe em ê tirsa wan rakin.”
‘Divê mirov ji pirrengî, cudahî û pirzimanî netirse’
Di dawiyê de Dengizî got, “Dema ku ne tenê Kurd û Tirk, hemû gel û bawerî xwe bi azadî îfade bikin, ev yekitî baştir pêk bê” û wî wiha gotinên xwe bi dawî anî, “Em alîgirê lihevkirin û naskirina hev in. Bes e dijminatî. Werin em niha dostaniyê ava bikin. Eger em nikaribin vê yekê di nav xwe de ava bikin, çima divê em bangî biyaniyan bikin? Dawiya gotinê ji dibêjim ku divê mirov ji pirrengî, cudahî û pirzimanî netirse.”
Haberin Türkçesi için tıklayın.